• Saturday, 14 February 2026
logo

PKK amade ye ligel hêza Pêşmerge Kurdistanê biparêze

PKK amade ye ligel hêza Pêşmerge Kurdistanê biparêze
Piştî kontrolkirina bajarê Mûsilê û metirsiya êrîşên çekdarên DAİŞ’ê bo ser navçeyên Kurdistanî yên derveyê îdareya herêmê, Berpirsê Peywendiyên Derve yên PKK’ê Demhat Egîd ragehand ku ew amade ne ligel Hêzên Pêşmerge navçeyên Kurdî yên Başûr ji destê çekdarên DAİŞ’ê biparêzin.

Di vê derbarê de Demhat Egîd ji BasNewsê re got: ‘’Piştî wan şer û aloziyên ku van çend rojên borî li navçeyên Kurdistanî yên derveyê îdareya herêmê derketin û li hinek navçeyan teqîn çêbûn ku bûn sedema şehîd û birîndarbûna hevwelatiyan, ji ber hevxemiya xwe, em wek Hêzên Parastina Gel (HPG) û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) amade ne bi hemû şiyana siyasî û leşkerî bo parastina wan destkeftên Başûr hêzên xwe bişînin, nehêlin ew rewş têk biçe û dilnexwazên Kurdan destêwerdanê bikin.’‘

Egîd axaftina xwe wiha qedand: ‘’Li her çar parçeyên Kurdistanê bi taybetî Rojavayê Kurdistanê û beşek ji axa Başûr ji ber çeteyên DAİŞ’ê û kirêgirtiyan metirsî li ser e, loma niha divê Kurd yekgirtî bin, destê xwe bidin destê hev, milmilaneya siyasî deynin aliyekî û hevgirtî bin bo parastina axa Kurd û nasnameya Kurdî.’‘

Basnews
Top