Duhok… Dê Sê Kamp Ji Bo Awareyên Mûsilê Bihên Dirustkirin
Temer Remezan di kongireyeka rojnamevanî de ragihand, ku piştî ku ew rewşa niha li parêzgeha Mûsilê çê bû û ji ber nêzîkîya Duhokê ji bajêrê Mûsilê, gelek hevwelatî ber bi bajêrê Duhokê ve revîyane û dixwazin li vir bimînin.
Weha jî da zanîn, ku biryare sê kamp ji bo awareyên bajêrê Mûsilê li parêzgeha Duhokê bihên dirustkirin û dê li devera Ba`edrê jî kampek bi zutirîn dem bihê dirustkirin.
Weha jî da xuyakirin, ku ti metirsîyek li ser parêzgeha Duhokê nîne.
