Wezîrê Pêşmerge: Me dizanî dê wiha biserê Mûsilê were
Ceafer Şêx Mistefa ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku, berî niha Wezareta Pêşmerge hişiyarî derbarê lawaziya Artêşa Iraqê dabûn û dizanîn ku grûpên radîkal dikarin dest danin li ser navçeyê, lê wek ku wî got “Hinek fermanderên neserkeftî di nav Artêşa Iraqê de didîtin ku ew li navçeyê serkeftî bûn, lê derket ku ew newiha ne.”
Derbarê metrisiya beşek ji xelên Herêma Kurdistanê li ser belavbûna aloziyên Mûsilê bo Kurdistanê, Wezîrê Pêşmerge got: “Ez wan piştrast dikin ku ev yek çênabe û ew grûp karîna wê nîne û dê bişkin jî eger wiha bikin.”
Li ser pirsa egera şandina Hêzên Pêşmerge bo Mûsilê jî, navhatî diyar kir ku: “Çûna Hêzên Pêşmerge bo her navçeyeke Iraqê dive li gor rê û şûnên taybet be û pêwîste bi fermî daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê, wek fermanderên hêzên çekdar ên Herêma Kurdistanê bê kirin ji nû dê Pêşmerge amade be biçe her cihekî.”
Ceafer Şêx Mistefa derbarê egera dûbarebûna wê rewşa niha li Mûsilê heye û DAÎŞ dest dane li ser Kerkûkê wiha ragihand: “Ev yek çênabe, ji ber ku em dê heta dilopa dawî ji xwîna xwe bergiriyê li Kerkûkê bikin û ez ji xortan jî piştrastim ku ew dê bi awayekî xwebexş dakokî li wê beşa Kurdistanê bikin.”
Derbarê pirsiyara ku çima Hêzên Pêşmerge heman dakokî li Mûsilê nake, Wezîrê Pêşmerge got: “Li Kerkûkê Hêzên Pêşmerge tê de ne û dezgehên ewlekarî jî di dest Kurdan de ne, lê li Mûsilê rî nedan Pêşmerge ku biçin nav bajar, eger na me nedihişt ku wiha biserê Mûsilê bê.”
Rudaw
