DAÎŞê beşek ji Kerkûkê jî girt
Rêbwar Talebanî di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku navçeyên Zab û Ebasî ji aliyê çekdarên DAÎŞ ve hatin kontrol kirin.
Talebanî amaje kir ku hê şer û pevçûn jî li navçeya Reşadê berdewamin, herwiha DAÎŞ navçeya Hewîce kontrol kirin.
Berî niha jî, Fermandeyê Polîsên Bajarok û Derdora Kerkûkê, Serhed Qadir ragihand, li deverên Zap û Reşadê yên Kerkûkê şer û pevçûn di navbera hêzên ewlehiyê û çekdarên DAIŞê de didome. Qadir herwiha red kir ku ew dever ketibin bin kontrola DAIŞê.
Rudaw
