28 şofêrên Kurd ên Bakur li Mûsilê hatin revandin
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hesîb Kaplan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku wî nûçeya revandina wan şofêran gihandiye wezareta navxwe ya Tirkiyê.
Şeva borî 28 şofêrên kamyonan ku Kurd in, li nêzîk qeza Mexmûrê li parêzgeha Neynewayê ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve hatin revandin.
Ew 28 şofêr xelkê navçeya Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ne.
Çekdarên DAÎŞê roja pêncşemê 5/6/2014 derbasî nav bajarê Mûsilê bûn û niha piraniya navçeyên bajêr kontorl dikin.
