Peyama serokwezîr li ser rewşa Mûsilê
Li ser rewşa bajarê Mûsilê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê ev peyma li jêr ragehand:
Mixabin, ji sedema şikestina leşker û hêzên emnî yên Îraqê ji parastina xelk û bajarê Mûsilê, hêzên grûpên bi navê Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê (DAÎŞ) bajêr kontirol kiriye û vê yekê jî metirsiyek mezin dirust kiriye. Xelkê Mûsilê, ji bona parastina canê xwe ji bombebaran, nemana xurak û xizmetgozariyan, ji bajêr derdikevin.
Di nava van du rêjên çûyî de, ji bona parastina bajarê Mûsilê, me gele hewil da digel hêzên Îraqê hevahengiyê dirust bikin, lê mixabin, helwesta Bexdayê ji bona dirustkirina hevahengiyê helwesteke ne baş bû.
Ji bona di hewar çûn û alîkarîkirina xelkê koçbar yê bajarê Mûsilê ji hemû neteweyan; kurd, ereb, tirkman, kildan û aşûrî, daxwazê ji xelkê herêma Kurdistanê dikim ku, li gor îmkan û li gor rênîşanderên qanûnî û emnî alîkariya xelkê koçbarê Mûsilê bikin, herwesa daxwazê ji komsyona balaya penaberan a ser bi Neteweyên Yekgirtî ve UNHCR dikim ku, di hewara koçbarên Mûsilê biçin.
Di heman demê de, xelkê deverên kurdistaniyên derveyî îdareya herêma Kurdistanê dilrehet dikim ku, hêzên emnî û pêşmerge di amadeyîyek baş dene û weke hertim dê ewlehiya wan deveran biparêz in.
Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê herêma Kurdistan
10.06.2014
