Senaryoyên DAİŞ’ê eşkere dibin: Kurd û Sunne hedef in
Destpêkê DAİŞ wek şaxekî El-Qaîde li İraq û Şamê hat damezrandin, lê li gor agahiyan, piraniya damezrênerên wê ji wan kesan pêk hatine ku îslamiyên radîkal in û ji girtîgehên Îran û Sûriyê hatine azadkirin. Kesên Efxanî, Çeçenî, Pakîstanî û Îranî jî ligel wan bûn û her vêna jî wiha kir ku rêxistina El-Qaîde ji mebesta çêkirina vê rêxistinê fam kir û loma jî rêyên wan ji hev cuda bûn, ji ber DAİŞ tenê li wan cihan çalakiyan dike ku xelkên wê ser bi mezhebê Sunne ne.
Li gor agahiyan, çend mebestên çêbûna vê rêxistina Îslamî ya radîkal hebûn, yekem wêrankirina bajarên Sunneyan, duyem derxistina hevwelatiyên wan bajaran ber bi Herêma Kurdistanê bi mebesta çêkirina zexta aborî û têkdana rewşa jiyanê û sêyem jî zext li aliyên İraqî bike daku dengê xwe bidin Nûrî Malikî da cara sêyem bibe serokwezîr ku evna jî daxwaza cepheyeke ji welatên navçeyê ye.
Li gor wan agahiyên ku BasNewsê ji çavkaniyeke ewlekariyê ya cihê baweriyê wergirtine, hatina çekdarên DAİŞ’ê bo bajarê Mûsilê bi wê hêza zêde û çekên giran, wiha kir hêzên Pêşmerge li Herêma Kurdistanê bikevin alarmê û kolana xendekan jî ku berpirsên ewlekariyê yên Herêma Kurdistanê biryar li ser dabûn, wê yekê pêşan dide ku berpirsên Kurdistanê berê hest bi vê metirsiya DAİŞ’ê kiribûn.
Di vê derbarê de parlamenterê Sunne Îbrahîm Mutleg ji BasNewsê re got: ‘’Piraniya aliyan berê hişyarî dabûn hikûmeta İraqê ku bi awayekî siyasî rewşa Felûce û Enbar çareser bike lê ne bi rêbazên çekdarî, lê ji ber berjewendiya hinek aliyan li nav İraqê, ew çareserî bi awayekî leşkerî hat kirin, ku dixwestin artêş bikeve nav vê meselê.’‘
Mutleg wiha axifî: ‘’Ew alî ligel wê yekê bûn û zelal e ku ajendeya derve li pişt wan bû, evna jî zelal e ku hêzên DAİŞ’ê ne xizmeta Sunneyan dikin û ne jî di xizmeta berjewendiya Suneyan de ne, berevajiya wê wan hêzan bo lêdana navçeyên Sunneyan dest bi çalakiyan kirine, loma jî hatine navçeyên Sunneyan daku li wir xizmeta ajandeyên hinek welatên herêmî bi taybetî jî Îranê bikin.’‘
Parlamenterê PDK’ê Arî Hersîn jî derbarê kolandina xendekan de ji BasNewsê re got: ‘’Kolandina wan xendekên Herêma Kurdistanê yasayî û pêwist bû, welatekî wek Çîn bi hezaran sal berî niha bo parastinê ji destê dijmin, sed çêkir, Îsraîlê jî bi heman awayî sînorê xwe têlbend û dîwar lê kir, mafê Herêma Kurdistanê ye jî ku ji bo parastina hevwelatiyên xwe xendekan çêbike. Ji ber niha Kurd jî di hedefa Îslamiyên radîkal de ne.’‘
Basnews
