• Saturday, 14 February 2026
logo

2 teqînan bajarokê Xurmatû hejandin

2 teqînan bajarokê Xurmatû hejandin
Îro, Duşemê, danê sibehê 2 teqînan bajarokê Xurmatû hejandin û di encam de 14 kesan jiyana xwe jidest dan.

Her du teqîn li pêş melbenda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê çêbûn û li gor zaniyariyên destpêkê herî kêm 14 kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 kesên din jî birîndar bûn.

Li gor zaniyariyên peymanêrê Tora Medyayî ya Rûdawê, teqîn bi riya otombîlên bombekirî hatibûn encamdan, ku yek ji wan otombîleke biçûk bû û ya din jî bargilgir bû.

Rudaw
Top