Serokwezîr pêşwazî li waliyê Urimiyê kir
Di civînekê de ku, hijmareke karzas û nûnerên şirket û kompaniyên wîlayeta Urimiyê amade bûn, têkeliyên bazirganî û aborî yên navbera wîlayeta Urimiyê û wîlayeta Hewlêrê û çewaniya zêdetir xurtkirina bizava bazirganî û ticaretê di navbera her du aliyan de, dabînkirina hêsankariyan li set tixûb ji bona çûyîn û hatin navbera Kurdistan û Îranê de hêsantir bibe û hijmara tûrîstan zêde bibe, hatin gotûbêj kirin.
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê di axaftina xwe de sipasiya waliyê Urimiyê ku, ev cara sêyemîn e dibe waliyê Urimiyê kir û rola wî di pêşxistina têkeliyên navbera Hewlêr û Urimiyê de bilind nirxand û got ku, di sala 1991ê de piştî serhildana gelê kurd li herêma Kurdistanê xelkê Kurdistanê ber bi Îranê û bi tyabetî wîlayeta Urimiyê koçbar bûn û hîngê waliyê Urimiyê roleke giring di hewandin û alîkarîkirina hevwelatiyên herêma Kurdistanê lîst.
Weke tê zanîna şandeya wîlayeta Urmiyê bi armanca vekirina 9emîn pêşangeha bazirganiya Komara îslamiya Îranê serdana herêma Kurdistanê kiriye.
