• Saturday, 14 February 2026
logo

Ji ber êrişên DAIŞê xelkê Mûsilê ji bajêr direvin

Ji ber êrişên DAIŞê xelkê Mûsilê ji bajêr direvin
Ji ber alozbûna rewşa ewlehiyê ya parêzgeha Mûsilê, xelkê wê deverê cîh û warên xwe diterikînin û berê xwe didin Herêma Kurdistanê.

Ev çend roj in li parêzgeha Mûsilê û li nav bajarê Mûsilê de şer û pevçûn di navbera hêzên artêşa Iraqê û çekdarên rêxistina DAIŞê de didome û heta niha bi dehan kes hatine kuştin ku herî zêde sivîl in.

Ji ber vê yekê û têkçûna rewşa ewlehiya Mûsilê xelkê wê deverê neçar dimînin dest ji mal û warê xwe berdin û berê xwe bidin Herêma Kurdistan û cihên aram.

Welatiyekî ereb, ji Rûdawê re got, me her tiştên xwe, mal û tirombêla xwe di cîh de hîştine ji ber rewşa bajarê Mûsilê gellekî aloz bûye…

Hinek malbat jî bi pêxasî ji bajêr direvin û bi piyan berê xwe din Herêma Kurdistanê…

Pêşmerge û xelkê Kurdistanê jî pêşwaziya wan malbatan dikin….

Rudaw
Top