• Saturday, 14 February 2026
logo

El-Sîsî wê îro sûnda destûrî bixwe

El-Sîsî wê îro sûnda destûrî bixwe
Ebdilfetah el-Sîsî ku di hilbijartinên serokatiya Misrê de rêjeya 96.9% a dengan bi dest xist, wê îro sûnda destûrî bixwe û bi fermî wek serokê nû yê Misrê dest bi karê xwe bike.

Wezîrê bergiriyê yê berê û zilamê dewletê yê herî bi hêz li Misrê Ebdilfetah el-Sîsî wê îro di merasîmekê de bi amadebûna çend kesatî û serkirdeyên erebî, sûnda destûrî bixwe.

Di mersîma sûndxwarina el-Sîsî de, jibilî Qeter a ku piştgiriya Îxwan Muslimîn dike, nûnerên welatên din ên Kendavê ku her tim bi awaykî bi hêz piştgiriya el-Sîsî dikirin wê amade bibin.

Li gor medyaya fermî ya Misrê, ji welatên Kendavê, welî ehdê Erebistana Siûdiyê mîr Selman Bin Ebdilezîz, mîrê Kuwêtê şêx Subah el-Ehmed el-Subah û welî ehdê Behreynê Hemed Bin Îsa wê tevlî merasîma sûndxwarinê bibin.

Herwiha serokê Filestînê Mehmûd Ebas jî di merasîmê de wê beşdar bibe ku biryar e pişt re 2 aheng li 2 koşkên serokatiyê li Qahîreyê bên lidarxistin.

Ji welatên rojava wê şêwirmendê wezîrê derve yê Amerîka Tomas Shanon û balyozê Fransa li Misrê tevlî merasîma sûndxwarinê bibin.

El-Sîsî di 30ê hezîrana 2013an de û ji ber xwepêşandanên gelê Misrê, serkirdeyê Îxwan Muslimîn Mihemed Mursî ji posta serokatiyê dûrxist.

Rudaw
Top