Lehiyê Efxanistan da ber xwe: Herî kêm 73 kes mirin
Li bakarê Efxanistanê û li wîlayeta Bexlanê ya wî welatî ev çend roj in baranek tund dibare ji ber wê jî lehî rabûye.
Li gorî BBC, rayedarên wîlayeta Bexlanê dibêjin, heta niha li herêma bi navê Gozergahê Nûr herî kêm 73 kes mirine ku di nav wan jin û zarok jî hene.
Li gorî agahiyên wan rayedarên efxanî, derdora 200 kes jî wenda ne û heta niha nehatine dîtin û nayên zanîn ka zindî ne yan mirî, ji be wê jî îhtimala wê heye hejmara miriyan zêde bibe.
Tê gotin, ji ber baran û lehiyê nêzîkî hezar xanî û avahî xirab bûne û lehiyê 4 gundên devera Gozergahê Nûr daye ber xwe.
Berpirsên ewlehiyê yên wîlayeta Bexlanê dibêjin, pêwîstiya xelkê deverê bi ava vexwarinê, xwarin û derman heye lê heta niha ti tiştek nehatiye dabînkirin.
Li Efxanistanê karesatên sirûştî zêde çêdibin. Demekî beriya niha li gundê Orgo yê wîlayeta Bedexşanê ji ber ku erd şimitîbû, bi sedan kes miribûn û gellek kes jî bêcîh û war mabûn.
Li gorî amarên fermî, li Efxanistanê ji sala 1970 heta 2012an, nêzîkî 20 hezar kes ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dane.
Rudaw
