• Saturday, 14 February 2026
logo

Hikûmet û Parlamentoya Kurdistanê cardin li ser neftê dicivin

Hikûmet û Parlamentoya Kurdistanê cardin li ser neftê dicivin
Lêjneya Çavkaniyên Sirûştî ya Parlamentoya Kurdistanê û şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê car din li ser hinartina petrola Kurdistanê bicivin.

Serokê Lêjneya Çavkaniyên Sirûştî ya Parlamentoya Kurdistanê, Dr. Şêrko Cewdet, ji Rûdawê re got, lêjneya çavkaniyên sirûştî dê Îro danê êvarê bi şêwirmendên hiqûqî yên Encumena Wezîran a Kurdistanê re li parlamentoyê bicive.

Dr. Şêrko Cewdet, diyar kir ku civîna îro li ser pêşniyar û daxwaziya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tê lidarxistin ku di civîna roja çarşemê (4ê Hezîranê) anîbû ziman.

Serokê lêjneya çavkaniyên sirûştî destnîşan kir ku di civînê de dê li ser çawaniya danîn û organîzekirina pêwendiyên navbera lêjneyê û Wezareta Çavkaniyên Sirûştî de were axaftin.

Dr. Cewdet, eşkere kir ku di cîvnê de her wiha dê li ser mijara danîna sindoqa pere û dahata neft û gaz û damezirandina şîrketa neftê ya taybet a Herêma Kurdistanê jî were gotûbêjkirin.


Rudaw
Top