• Saturday, 14 February 2026
logo

Keştiya duyem a petrola Kurdistanê jî bi rê ket

Keştiya duyem a petrola Kurdistanê jî bi rê ket
Bazirganekî petrola xav eşkere kir ku ew barê petrolê yê hefteya borî bi keştiyê bo Ewropayê hatibû şandin, hatiye firotin û doh jî keştiyeke din a petrola Kurdistanê ketiye rê.

Di vê derbarê de bazirganekî petrola xav a Brîtanya ji rojnameya Daily Sabah a Tirkî re got: ‘’Firotina yekem barê petrola xav a Herêma Kurdistanê bi dawî bûye, lê em niha nikarin navê kiryar eşkere bikin, lê belê ew yek ji bazirganên herî mezin ê bazara petrola cîhanê ye. Herwiha gelek kiryarên petrola Herêma Kurdistanê hene.’‘

Hêjayê gotinê ye doh (06.06.2014) duyem keştiya petrola Herêma Kurdistanê bi navê ‘’SEAMUSIC’‘ ji bendera Cîhan a Tirkiyê ber bi Deryaya Ege bi rê ket, ku ala welatê Malta bilind kiriye û biryar e keştî biçe Grava Trieste ya Îtalyayê. Herwiha keştiyê yek milyon bermîl petrola Kurdistanê hilgirtiye.

Li gor himek çavkaniyan, sedema paşketina firotina petrola Herêma Kurdistanê û eşkerenekirina kiryarê wî bi zextên Amerîkayê yên li ser petrolê ve girêdayî ye, ku Washingtonê qedexe kiriye ku hîç kesek bikire.

Di vê derbarê de çavkaniyeke din ji Wezareta Enerjiyê ya Tirkiyê firotina yekem barê petrola Herêma Kurdistanê piştrast kir û got ku dê keştiyên din jî bişînin derve.

Basnews
Top