• Saturday, 14 February 2026
logo

Asayişa Herêma Kurdistanê di amadebaşiyê de ye

Asayişa Herêma Kurdistanê di amadebaşiyê de ye
Çekdarên DAÎŞê çend taxên bajarê Mûsilê kontrol kirine û hejmarek mezin a xelkê ji bajêr direvin, rêveberê asayişa Duhokê jî dibêje ku hêzên asayişa Herêma Kurdistanê di amadebaşiyê de ne ji bo rûbirûbûna her rewşekê.

Rêveberê asayişa parêzgeha Duhokê Bijar Kuremarkî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand “Sînorên me ligel parêzgeha Neynewayê yekin, bi tekîd têkçûna aramiya wê parêzgehê dê bandora wê li ser me jî hebe”.

Bijar Kuremarkî herwiha got “Heta niha ti liv û tevgerek li sînorê parêzgeha Duhokê tine ye ku metirsiya wê li ser asayişa me hebe, lê emê tedbîrên xwe bistînin û ji hemû aliyekî de em di amadebaşiyê de ne”.

Berî niha, Rêveberê asayişa Mûsilê Yasir Haşim ji Rûdawê re ragihand ku heta îro sibehê li taxên Yermûk, 17ê temûz, Qahîre û Întîsar ên bajarê Mûsilê şer di navbera çekdarên DAÎŞ û hêzên ewlekariyê de berdewam dike.

Yasir Haşim aşkere kir ku 80% ji rêyên Mûsil-Rebîhe, Mûsil-Tilefer, Mûsil-Bexda û Mûsil-Tikrît di bin kontrola çekdarên DAÎŞê de ne û rêya Mûsil-Guwêr jî gelek metirsîdar e.

Herwiha çavkaniyeke ewlekariyê li bajarê Mûsilê ji Rûdawê re ragihand ku çekdarên DAÎŞê her du taxên Îslah Zîraî û Bewabet el-Şam ên Mûsilê kontrol kirine û nişteciyên her du taxan berê xwe dane bajarokê Bertila.

Rudaw
Top