Çekdarên DAÎŞê dest danîn ser 2 taxên Mûsilê û rêyên bajêr
Rêveberê asayişa Mûsilê Yasir Haşim ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku heta îro sibehê li taxên Yermûk, 17ê temûz, Qahîre û Întîsar ên bajarê Mûsilê şer navbera çekdarên DAÎŞ û hêzên ewlekariyê berdewam dike.
Haşim diyar kir ku ji tirsa şer, gelek malbat ji Mûsilê reviyane û berê xwe dane navçeyên aram ên Mûsilê, bi taybet navçeya Zumar.
Berpirsê ragihandina şaxê 14 ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Saîd Memozînî derbarê vê yekê de ji Rûdawê re got ku nêzîkî 1500 malbatên Kurd û Ereb ji Mûsilê reviyane û berê xwe dane bajarokê Başîkê û navçeyên din ên Başûrê Kurdistanê.
Çavkaniyeke ewlekariyê li bajarê Mûsilê ji Rûdawê re ragihand ku çekdarên DAÎŞê her du taxên Îslah Zîraî û Bewabet el-Şam ên Mûsilê kontrol kirine û nişteciyên her du taxan berê xwe dane bajarokê Bertila.
Rêveberê asayişa Mûsilê herwiha got ku çekdarên DAÎŞê dest danîne ser şuqeyên taxa Yermûkê û xelk ji wir derkirine, herwiha gelek kuştî û birîndar hene.
Yasir Haşim aşkere kir ku 80% ji rêyên Mûsil-Rebîhe, Mûsil-Tilefer, Mûsil-Bexda û Mûsil-Tikrît di bin kontrola çekdarên DAÎŞê de ne û rêya Mûsil-Guwêr jî gelek metirsîdar e.
Rudaw
