• Saturday, 14 February 2026
logo

Du otombîlên bombekirî li Muwefeqiya Mûsilê teqiyan

Du otombîlên bombekirî li Muwefeqiya Mûsilê teqiyan
Li gundê Muwefeqiye yê ser bi nahiyeya Bertila ya ser bi parêzgeha Neynewayê ve du otombîlên bomberkirî teqiyan û li gor amarên destpêkê 4 kes hatine kuştin û 51 kesên din jî birîndar bûne.

Nûnerê Şebek li Parlamentoya Iraqê li parzêgeh Neynewe, Salim Cûme Xidir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:“Îro serê sibehê demjimêr 05:10 bi dema Hewlêrê, otombîleke bombekirî li gundê Muwefeqiye ya ser bi bajarêk Bertile ve teqî, piştî kombûna xelkê li cihê teqînê otombîleke din teqiya, di encama her du teqînan de 4 kesan jiyana xwe jidest dan û 51 kesê din jî birîndar bûn.”

Salim Cûme Xidir rexne li rola Artêşa Iraqê li navçeyê girt û ragihand “Ew navçe di bin kontrola artêş û hêzên ewlekarî yên Iraqê de ne û berpirsiyarin di ber têkşûna rewşa ewlekariyê li wê navçeyê. Em qebûl nakin ku hêzên ewelkarî yên Iraqê li navçeyê bimînin û daxwaz li Herêma Kurdistanê dikin ku bizûtirîn dem hêzên Pêşmerge bişîne navçeyê.”

Navhatî da zanîn jî ku: “Bi mebesta vekişana hêzên Iraqê û hatina hêzên Pêşmerge, îro jî ew dê dest bi helmeteke komkirina îmzeyan li navçeyê bikin û hêvî dikin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaziyên me pêk bîne.”

Gundê Muwefeqiye ser bi bajarokê Bertile ve ye, ku dikeve li ser riya serekî ya Hewlêr-Mûsilê de, şêniyên gund jî Kurdên Şebek in.

Rudaw
Top