Leşkerên Tirkiyê zarokekî Rojava li ser sînor kuştin
Çavkaniyên herêmî gotin ku “leşkerên Tirkiyê şeva borî dema ku grûpek ji xelkên Rojava li nêzîka gundê Îkîdama navçeya Şeran li Efrînê, ku nêzîkî parêzgeha Kîlîsa Bakurê Kurdistanê ye, dixwestin derbasî Tirkiyê bibin, rastî guleyên leşkerên Tirkiyê yên li ser sînor hatin.
Hat Ragihandin ku di wê êrîşa bi guleyan de, zarokê bi navê Mihemed Reşîd ê 13 salî jiyana xwe ji dest daû 2 zarokên din ên bi navê Omer Omer û Omer Ferec jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan, leşkerên Tirkiyê heta niha cenazeya zarokê ku jiyana xwe ji dest daye radestî xwediyê wî nekirine.
Artêşa Tirkiyê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê di meha borî de, 2 hemwelatiyên Kurd kuştine, jineke bi navê Saada Derwîş ku li 18 gulanê hat kuştin û di 25 gulanê de jî li ser sînora Serêkaniyê jinek bi navê Şua Huseyn ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hat kuştin.
Rudaw
