• Saturday, 14 February 2026
logo

Esed Ji Bo Cara Sêyem Bû Serokê Komara Suriye

Esed Ji Bo Cara Sêyem Bû Serokê Komara Suriye
Serokê parliyamenta Suriye Muhemmed Elleham ragihand, ku Beşar Esed di hilbijartinên serokatîyê de ji sedî 88 ya dengan bi dest ve anîye.

Hilbijartin li ewan cihan birêveçû ku di bin destên hukûmeta Suriye de ne û li hinek welatên Erebî û rojava jî dengderên Suriye dengên xwe dan.

Leham weha jî da zanîn, ku Beşar Esed 10 milyon û 319 hezar û 723 deng bi dest ve anî û Hesan Ebdullah Nûrî 500 hezar û 279 deng bi dest ve anî û Mahir Ebdulhefîz jî 372 hezar û 301 deng bi dest ve anî.

Dadgeha destûrî ya Suriye ragihandibû, ku ji sedî 73 ya hevwelatîyan beşdarî di hilbijartinan de kirine.

Li angora pêzanînên dadgehê, 442 hezar deng hatine pûçkirin.

Hêjayê gotinê ye, ku 15 milyon kesan mafê dengdanê hebû, belê 11 milyon û 634 hezar kesan dengên xwe dan.

Top