3 ciwanên tevlî PKKê bûbûn xwe radestî artêşa Tirkiyê kirin
Hat ragihandin ku li navçeya Beytuşebab a ser bi bajarê Şirnexê li Bakurê Kurdistanê ve, 3 ciwanên ku ev demeke hikûmeta Tirkiyê û medyaya Tirkî digot ku PKKê ew birine tevlî rêzên gerîla kirine, îro xwe teslîmî hêzên artêşa Tirkiyê kirin.
Herwiha li gor medyaya Tirkiyê, artêşa Tirkiyê ew ciwanên radestî malabatên wan kiriye.
Ev zêdetirî du heftiyane ku zêdetirî 12 malabatên ku dixwazin PKKê ciwanên wan ên tevlî hêzên wan bûne, vegerin mal, çalakiyan li ber şaredariya bajarê Amedê li dar dixin.
Rudaw
