Nêçîrvan Barzanî: Pêwîstîya Me Bi Têgihîneka Hevbeş Heye Ji Bo Ku Pirsa Petrolê Bibe Pirsekî Niştimanî
Nêçîrvan Barzanî di beşekî gotinên xwe de ragihand, ku ji bo her mehekî 850 milyard dînar ji bo mûçeyê fermanberan dihê mezaxtin.
Weha jî da zanîn, ku herêma Kurdistanê ji bo avedankirinê pêwîstî bi 31 milyard dolaran e û di budceya giştîya Iraqê de ji sedî 17 ji bo herêma Kurdistanê hatiye danan, belê Baxdad ji sedî 10 dişîne herêma Kurdistanê.
Weha jî da xuyakirin, ku ew wekî rêyekî ji bo serxwebûnê li evî pirsî nanêrin, belê firoştina petrolê mafekî destûrî yê herêma Kurdistanê ye.
Serokê hukûmetê aşkira kir, ku ew dixwazin pirsa firoştina petrolê bibe pirsekî niştimanî û wekî babetekî (mijarekî) niştimanî serederî pê re bihê kirin.
