• Saturday, 14 February 2026
logo

Piştî 23 salan ji hevdabirînê geştên asîmanî Hewlêr-Tunsi dest pê kirin

Piştî 23 salan ji hevdabirînê geştên asîmanî Hewlêr-Tunsi dest pê kirin
Li bajarê Hewlêrê di roja 2ê vê mehê de korbenda aborî ya Kurdistan-Tunis hat sazkirin û di wê korbendê de biryara destpêkirina geştên asîmanî navbera Hewlêr-Tunis hat dan ku, dê du geşt di heftiyekê de hebin.

Di merasima destpêkirina korbenda aborî ya navbera Kurdistan û Tunisê de ku, Sînan Çelebî wezîrê bazirganiyê yê hikûmeta herêma Kurdistanê, Dara Celîl Xeyat serokê Yekêtiya Odeyên pêşesazî û bazirganî yê herêma Kurdistanê, Semîr Cemalî sefîrê Tunisê yê Îraqê û hijmareke karsaz û bazirganên Kurdistan û Tunisê made bûn, serokê Yekêtiya Odeyên bazirganî û pîşesaziyên herêma Kurdistanê behsa giringiya têkeliyên aborî û bazirganî yên navbera her du welatan de kir.

Cînan Çelebî wezîrê bazirganî û pêşesaziyê yê hikûmeta herêma Kurdistanê di axaftinekê de got ku, piştî 23 salan ji dabirîn û jihevdûrketinê, geştên asîmanî navbera Hewlêr û Tunis det pê kirin û yekemîn balefira xeta asîmaniya Tunisê li balefirxaneya Hewlêrê dada. Çelebî got jî ku, herêma Kurdistanê dikare di gelek waran de, bi taybetî di warê tûrîzm û çandiniyê de sud ji tecrûbeya Tunisê werbigire û ” Welatê Tunisê cîyek bazirganî mezin li deverê heye û berhemên wê digehin 160 welatan.”

Semîr Cemalî sefîrê Tunisê yê Îraqê got ku, hikûmeta welatê wî kar ji bo pêşxistina têkeliyan bi herêma Kurdistanê re dike û ”herêma Kurdistanê di atmosferekî aram û biîstîqrar de dijî.” Cemalî got ku, pêwîste bizava aborî û bazirganî di navbera her du aliyande xurt bibe bi taybetî ku, herêma Kurdistanê deriyên xwe ji bo hatina şirket û kompaniyên tunisî vekirine û ”divê kompaniyên tunisî jî sud ji van derfetan werbigirin.”

Munîr Muexer serokê Odeya bazirganî û pîşesazî li Tunisê di daxuyaniyekê de got ku, rewşa siyasî û aramiya herêma Kurdistanê derî li pêşiya sermayedarên tunisî vekirine û kompaniyên tunisî jî dikarin, bi tyabetî di warê tûrîzm, tendirustî û çandiniyê de sermayeyê xwe li herêma Kurdistanê birazîn in.

Weke kut ê zanîn şandeyeke welatê Tunisê ku, ji zêdetir ji 50 şirket û komapniyan û hijmareke rojnamevanan pêkdihat roja 1ê vê mehê gihişte herêma Kurdistanê û li balefirxaneya Hewêrê ya navdewletî ji aliyê Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê û Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê ve hatin pêşwazî kirin.

Top