• Saturday, 14 February 2026
logo

“Serokê Parlamentoya Kurdistanê bi pîşeyî kar dike”

“Serokê Parlamentoya Kurdistanê bi pîşeyî kar dike”
Endamên Parlamentoya Kurdistanê pesnê şêwazê karê desteya serokatiya Parlamentoya Kurdistanê didin û dibêjin ku heta niha serok û desteya serokatiyê bi awayekî pîşeyî kar dike.

Cîgira Serokê Fraksyona Tevgera Goranê li Parlemantoya Kurdistanê, Behar Mehmûd ji BasNewsê re behsa hejmareke zêde ya proje-yasayên ku fraksyon pêşkêşî parlamentoyê dikin kir û got: “Di vê dema dawî de gelek zêdegaviya siyasî li ser wan projeyasayan hatiye kirin, her fraksyonekê hejmarek proje pêşkêş kirine, lê li gor zanyariyan, serokatiya paralmentoyê bi awayekî din danûstandin ligel wê hejmara zêde ya projeyan kiriye, piştî nirxandina wan ji aliyê komîteya pispor ve êdî dê bikevin nav karnameya parlamentoyê, serrastkirin jî dê li gor peyrewa parlamentoyê be.”

Behar Mehmûd da zanîn ku ji ber serokê parlamentoyê ji fraksyona wê ye wan hest pê kiriye ku gelek caran fraksyonên din bi ser ya wan re dibîne da ku bê alîbûna xwe biparêze û wiha axifî: ‘‘Ew karê xwe bi awayekî bê alî û pîşeyî dike.” Herwiha tekez li kir ku mana pêkhateya desteya serokatiya parlamentoyê bi awayê niha dê di berjewendiya xelkê Kurdistan û aramiya siyasî de be.

Ji aliyek din ve parlamentera PDK’ê Amîne Zikrî da zanîn ku heta niha desteya serokatiya Parlamentoya Kurdistanê bi awayekî pîşeyî kar dike û rexne li hejmara zêde ya proje-yasayên pêşkêşkirî girt. Amîne Zikrî got: “Çênabe her pirsek li derveyî parlamentoyê têkeve nav parlamentoyê û axaftin li ser bê kirin, ji ber ku karê Parlamentoya Kurdistanê bo pirsên çarenivîssaz ên xelkê Herêma Kurdistanê û çavdêriya karên hikûmetê ye.”

Amîne da zanîn ku hevahengiya di nav desteya serokatiya parlamentoyê de bandoreke baş li karê desteyê bi awayekî gitşî kiriye. Zikrî diyar kir ku tiştê heta niha li parlamentoyê hatiye kirin di berjewendiya xelkê Kurdistanê û proseya siyasî de ye û divê pêkhateya desteya serokatiyê wek xwe bimîne.


Basnews
Top