Dê Evê Mehê Pereyê Firoştina Petrolê Bigihêje Herêma Kurdistanê
Di evê bareyê de, Dilşad Şe`ban ji BasNews re ragihand, ku dê evê mehê pereyê firoştina petrolê bigihêje herêma Kurdistanê. Got jî: ew petrola ku niha dihê firoştin 2 milyon û 500 hezar bermîl in û dê pere li banka Halk a Turkiyeyî bihê danan.
Weha jî da xuyakirin, ku li angora pêzanînên wî dê di evê mehêde pere bigihêje herêma Kurdistanê, ji ber ku gihijtina pere li Ewrupa ji bo Turkiye hinekî li paş dikeve.
Weha jî da zanîn, ku petrola herêma Kurdistanê bi nirxekî cîhanî dihê firoştin û yek bermîl bi 100 heta 105 dolaran e.
Dilşad Şe`ban aşkira kir, ku dê serokê hukûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja çarşembiya bihê kombûnê bi serokê firaksiyonên parliyamenta Kurdistanê re saz bike û dê pêzanînan di bareya firoştina petrola herêma Kurdistanê de aşkira bike.
