Nikolay Mladenov: Pêwîste bi diyalog pirsa petrola Kurdistanê were çareser kirin
Nunerê NY yê li Îraqê dibêje pêwîste Îraq bi diyalog pirsa petrola Kurdistanê çareser bike.
Nunerê taybetî yê NY yê li Îraqê Nikolay Mladenov serdana Mercê Şîiyên Îraqê Seyêd Elî Sîstanî kir û di hevdîtineke de bi hevre behsa çend pirs û babetên girîng yên rojeva Îraqê kirin.
Di vê hevdîtina han de Mladenov û Sîstanî behsa çawetiya kar kirin piştî encamên hilbijartinên Îraqê kir.
Di beşeke din ya vê hevdîtina han de her du alî behsa kêşeyên heyî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de jî kirin û Mladenov ragehand ku yek ji wan kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de pirsa şandina petrola Kurdistanê ye û dibe hikûmeta Îraqê bi rêya diyalog û danûstandinê li gel hikûmeta Kurdistanê hewl bo çareser kirina ev kêşeya han bidin.
