Erebistana Siûdiyê ji biryareke Herêma Kurdistanê dilgirane
Duh, Yekşemê, şandek ji Parlamentoya Iraqê û desteya bilin ya Hecê li Iraqê serdana Wezareta Hecê ya Erebistana Siûdiyê kirin.
Cîgirê komîteya ewqaf û karûbarên olî li Parlamentoya Iraqê, Ozêr Hafiz di daxuyaniyekê de ragihand ku: “Cîgirê Wezîrê Hecê yê Siûdiyê dilgiraniya welatê xwe derbarê rêgirtin li omrekarên Herêma Kurdistanê bi hênceta xirabiya rewşa tenduristî li welatê Siûdiyê anî ziman.”
Roja 29.05.2014 rêveberê ragihandina Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê, Merîwan Neqşebendî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Bi sedema hestiyariya rewşê û metirsiyê cidî li ser tenduristiya welatiyan, hikûmeta Herêma Kurdistanê razînebû ku îsal geşta Omre bê kirin, di civîna roja 28.05.2014 de di navbera Wezareta Ewqaf û Wezareta Tenduristî ya Herêma Kurdistanê de biryar ragirtina geşta Omre ya îsal hat dayîn.”
Ji aliyê xwe Cîgirê komîteya ewqaf û karûbarên olî li Parlamentoya Iraqê da zanîn ku Wezareta Hecê ya Siûdiyê ji wan re ragihadn ku tenê Herêma Kurdistanê rêgirî li hatina omrekarên xwe kiriye û ti welatekî din rêgirî li welatiyên xwe nekiriye.
Rudaw
