• Saturday, 14 February 2026
logo

Sibe serokê Sûriyê tê hilbijartin

Sibe serokê Sûriyê tê hilbijartin
Ligel hemû wêranî, talankarî, şer û pevçûnan ku 4 sal e berdewam e, sibe sêşemê, hilbijartinên serokatiya Sûriyê birêve diçin. Li gor amarên fermî yên Neteweyên Yekbûyî jî herî kêm niha 10 milyon kes li Sûriyê koçber û derbider bûne.

Ev hilbijartin di rewşeke cuda ji hilbijartinên serokomarî yên borî tê kirin, yekem bo rewşa aloz û xirab ya wî welatî û duyem jî ew e ku bo yekem car namzetên hevrik hene, ji xeynhi Beşar Esed, Hesan El-Nûrî û Mahir Hecar jî hevrikiyê li ser bidestxistina wî postê dikin, ligel ku Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa, Amerîka û mixalefeta Sûriyê vê hilbijartinê wek “Senaryoyeke komîdî“ dibînin.

Roja 28’ Gulana borî, proseya dengdanê bo hilbijartinên serokatiya Sûriyê li derveyî welat birêve çûn û sibe, 03.06.2014 dengdan li nav Sûriyê birêve diçe. Li gor Serokê Komîteya Karûbarên Derve û Asayişa Neteweyî ya Parlamentoya Îranê Elaidîn Birocirdî, dê 9 welat ên hevalbendên rejîma Sûriyê çavdêriya hilbijartina serokatiya wî welatî bikin.

Elaidîn Birocirdî da zanîn ku nûnerên Rûsya, Îran, Libnan, Uganda, Zêmbaboy, Polîviya, Filipîn, Venzuwela û Tacekîstan dê çavdêriya proseya dengdana di nava Sûriyê de bikin, di demekê de ku berî niha Neteweyên Yekbûyî ragehandibû ku encamdana van hilbijartinan dê her hewlekê bo dîtina çareseriyeke siyasî bo krîza Sûriyê bikuje.

Li gor zanyariyên BasNewsê, di rojên borî de zêdeyî 400 sindoqên dengdanê li bajarê Qamişlo û Hesekê, Kantona Cizîrê ya ku ji aliyê PYD û hevalbendên wê ve di Çielya borî de hatibû damezrandin, li Rojavayê Kurdistanê hatine belavkirin, da ku sibe welatî dengê xwe bidin.

Herwiha heman çavkaniyan dan zanîn ku serok û endamên komîteyên hilbijartinên serokatiya Sûriyê sûnda yasayî li pêş komîteya dadwerî ya hilbijartinan li Qamişlo xwarine tevî Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ragehandin ku ew dê van hilbijartinan boykot bikin û red kirin ku li ser axa Rojavayê Kurdistanê birêve biçe.

Ji aliyak din ve çavkaniyeke taybet ji bajarê Efrhinê ragehan ku berî niha hêzên ewlekariyê yên rejîmê hewl dane ku sindoqên dengdanê li Efrînê û derdora wê belav bikin, lê di dawiyê de ti sindoq nehatin danîn. Herwiha bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê, take bajare ku ji sedî 100 hatiye piştrastkirin ku hilbijartinên serokomariyê li wir birêve naçin.

Çavkaniyeke agehdar ji bajaro Kobanê ji BasNewsê re got ku ti sindoq nehatina Kobanê û ne jî li derdora wê hatine belavkirin, tenê xelk bi rêya medyayê agahdarî hilbijartinan in û halê hazir tu amajeyek bo wan hilbijartinan xuya nake.

Piştî koça dawî ya Hafiz Esed, yasaya hilbijartinên serokatiya Sûriyê hat guhrtin da ku Beşar Esed, kurê Hafiz Esed şûna wî bigire, berî wê yekê jî û heta niha tu hilbijartin bi wateya hilbijartinên rast nedihatin kirin, tenê referandûmek di nava gel de çêbû û her tim Esed ê bav û Esed ê kur bi ji sedî 99.99 a dengan bi ser diketin.

Basnews
Top