ENKSê û EGRKê li Kobanî li ser 3ê xalan lihev kirin
peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kobanî da zanîn ku civîn li ser daxwaza Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê EGRKê li Herêma Kobanî hatiye lidarxistin.
Li gor peyamnêrê Rûdawê, gelek mijarên siyasî û mirovî di di civîna hevbeş a her du ncûmenan de hatine gotûbêjkirin î li ser 3ê xalan hatiye lihevkirin.
Derbarê xalên ku lihevkirin li ser wan hatiye kirin, peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku her du encûmenan li ser lidarxistina du civînên hevbeş di her mehekê de lihev kirin û herwiha li ser wergirtina alîkariyên mirovî ji Hevpeymaniya Opozisyonê di rêya Encûmena Niştimanî ENKSê re û pêşkêşkirina nêrîneke hevbeş li hember êrîşên DAÎŞê erê kirine.
Rudaw
