“Ocelan gelek caran ligel nûnerên hikûmetê civiya ye”
Sirrî Sureya Onder ji malparên nîzîkî PKKê re ragihand ku, Ocalan aniye ziman ku ,di demên borî de wî gelek caran bi şanda hikûmetê re hevdîtin pêk aniye, û ragihand ku, di demên bê de, wê pêvajo bi awayekî siyasî berdewam bike.
Ji ber wê jî ew dikare bêje ku pêvajoya aşitî û çareserîiyê ketiye qonaxeke nû, û wê li ser bingeha program, demên diyar û gavên cidî ve pêş bikeve û demên bê wê gelek pêşketinên nû çê bibin.
Abdula Ocalan gotibû ku, li gor hevdîtinên ku bi şanda hikûmetê re pêka aniye, wê êdî li ser bingeha qanûnî yê pêvajoyê xebat bên kirin, û derbarê gavên demokratîk de, qanûna li dijî terorê û girtiyên nexweş de jî wê geşedanên nû çê bibin.
Ocalan ji hikûmetê xwestiye ku, komîteya çavdêriya pêvajoyê çê bibe, û ew li ber hemê kêşeyên pêvajoyê berpirsiyar be, û ew bawwer dike ku hikûmet jî êdî gihîştiye wê ramanê ku komîteyên wiha pir girîngin.
Derbarê bûyerên ku li Licê û deverên din ên Bakurê Kurdistanê çêdibin de Ocalan anî ziman ku, pêwîste herkes ji tiştên ku rê ji kompoyan û têkdanê re vedike xwe bi dûr bixîne, ji ber ku ku kesên ku dixwazin ev pêvajo bi sernekeve pirin û wê wan bûyeran bikar bînin, pêwîste herdu alî xwe ji wan bûyeran dûrbixin, him dewlet û him jî rêxistinên ciwanan.
Rêberê PKKê dest nîşan kir ku, pêwîste kesê ku bibe berbijêrê hilbijartina serokomariyê, aşitîxwaz û demokratxwaz be û nûnertiya mafên gelê kurd û hemû pêkhatiyên hejar û bindest bike, û divê ji kesatiya serokomar zêdetir li ser çawaniya sîstema serokomariyê bêhtir bê nîqaş bên kirin.
Abdula Ocalan ji bo kesên ku dibêjin tevgera kurdî dixweze Tirkiyê perçe bike re dibêje, bila xelkê Tirkiyê bizanibe ku, temînata perçenebûna Tirkiyê îradeye gelê kurd de, û gelê kurd gelek caran jî ev tişt îsbat kiriye, û derbarê tehdîdên serokwezîrê Tirkiyê Erdogan ji HDPê û BDPê re ku eger wan zarokên ku tevlî PKKê bûne venegerînin ewê derbasî plana “B” û “C” be got, eger rast ewê planan çê bike, bila li dewsa plana şer pilana çareserî û demokrasiyê pêş bixe.
Cîgirê hevserokê HDPê Sirî Sureya Onder da zanîn ku, Ocalan nameya ku rayedarên KCKê ji wî re şandiye, ji wan re xwend û diyar kiriye ku, ewê piştî du hefteyan nameyekê ji KCKê re bişîne.
Rudaw
