• Saturday, 14 February 2026
logo

Baksî û Încîr wek parlamenterên cîhgir hatin hilbijartin

Baksî û Încîr wek parlamenterên cîhgir hatin hilbijartin
Encamên dawî yên hilbijartinên Parlamenta Ewropayê ku roja 25’ê Gulanê li Swêdê hatin lidarxistin, piştî hejmartina dengên bi tercîh zelal bûn. Kurdo Baskî ku ji Partiya Hawirdorparêzan di rêza 8. de û Evîn Încîr ji Partiya Karkeran a Sosyal Demokrat di rêza 9. de cih digirtin, bi saya dengên bi tercîh wek parlamenterên cîhgir ên Parlamentoya Ewropayê (PE) hatin hilbijartin.

Di rewşên mirin, destûr an jî sedemeke din de gava parlamenterên partiyên wan nikaribin erkê xwe bicih bînin wê Baksî û Încîr bikevin navberê û wek parlamenter kar bikin. Ji bo hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê 6 Kurd û 3 Asûrî-Suryanî wek namzet cih girtibûn.

Ji Kurdan Kurdo Baksî û Jabar Amîn ji Partiya Keskan a Hawirdorparêzan, Evîn Încîr ji Partiya Karkeran a Sosyal Demokrat, Şukru Demîr ji Partiya Gel, Sohelia Fors ji Demokratên Xiristiyan, Zinar Canpolat ji Partiya Çep, ji Asûrî-Suryaniyan jî Metîn Rhawî û Robert Hanna ji Partiya Karker a Sosyal Demokrat, Isak Betsimon ji Partiya Keskan a Hawirdorparêzan bûbûn namzet.

Ji ber ku partiyan di lîsteyên xwe yên namzetiya parlamenteriya Parlamenta Ewropayê de di rêzên karibin bên hilbijartin de cih nedan koçberan, nîqaşan destpê kiribûn û di serî de Komên Latîn Amerîkayê hinek rêxisitnên koçberan hişyarî dabûn partiyan ku ev helwesta wan dikare pêla dijminahiya biyaniyan a li Ewropayê xurtir bike.

Li gor ANF, di hilbijartinên Parlamenta Ewropayê de namzetekî bi tenê ji Partiya Navendê Fredrick Federley di rêza nekarîbû bihata hilbijartin cih digirt, lê ew jî bi dengên tercîh bi 32 hezar û 844 dengan hat hilbijartin.

Basnews
Top