Elmanya û Îtalya petrola Kurdistanê dikirin
Parlamenterê PDK’ê û Cîgirê Serokê Lijneya Samanên Xwezayî ya Parlamentoya Kurdistanê Dilşad Şaban di vê derbarê de ji BasNewsê re got: ‘’Ew welatên ku petrola Kurdistanê dikirin Elmanya û Îtalya ne. Ew 2 milyon û 500 hezar bermîl petrola Kurdistanê ku bi rêya Tirkiyê tê hinardekirin bo Elmanya û Îtalyayê çûye.’‘
Ji 22’ê Adarê ve petrola Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî û bi rêya Tirkiyê bo bazarên cîhanê tê firotin. Dilşad Şaban wiha axifî: ‘’Rojane pêdiviya Elmanyayê bi 100 hezar bermîl petrol e, pêdiviya Îtalyayê jî rojane bi yek milyon bermîl petrol heye. Ew welat û welatên din ên Ewropayê li çavkaniyeke aram a petrolê digerin. Li gor wan Herêma Kurdistanê baştirîn çavkanî ye. Li Tirkiyê boriya petrolê bo Ewropayê heye û tu kêşe nînin, di warê deryayê de jî tu pirsgirêk nînin.’‘
Şaban tekez kir ku ew petrola bo wan welatan diçe bi buhayê cîhanî tê firotin û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Nirxê wê di navbera 100-105 dolaran de ye. Herwiha niha 22 şirketên Ewropî û Amerîkî navê xwe li Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Kurdistanê tomar kirine bo kirîna petrola Kurdistanê.’‘
Basnews
