• Saturday, 14 February 2026
logo

Barzanî serdana Almanyayê dike

Barzanî serdana Almanyayê dike
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, dê ji bona encamdana hinek pişkinînên tenduristiyê serdana Almanyayê jî bike.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya Ewropayê de ku ji roja 21ê Gulana îsal ve dest pêkiriye, serdana Fransa, Îtaliya û Vatîkanê kiriye û li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê bernameya fermî ya serdana Barzanî tenê ev welat bû lê hat zanîn Barzanî dixwaze serdana Almanyayê jî bike.

Li gorî agahiyên Rûdawê, serdana Barzanî ya Almanya fermî nîne ji ber ku dê ji bona encamdana hinek pişkinînên tenduristiyê here wî welatî.

Tê gotin, Barzanî dê vê hefteyê vegere Kurdistanê û encamên serdana xwe ya Ewropayê bi nûnerên hêz û aliyên Kurdistanê re parve bike.

Rudaw
Top