Beyan Baqir: Nûçeya Rêkevtina Navbera Hekîm û Malikî Ret Dike
Beyan Baqir Cebir di daxuyanîyekî de ragihand, ku kombûna navbera Malikî û Hekîm ti bandorek li ser hilwestê wan nebûye û niha jî tekezîyê li ser ewê yekê dikin, ku gerek Hevpeymanîya Niştimanî bihêztir bibe û bibe dezgehekî niştimanî.
Weha jî da zanîn, ku ew yek nahê qebûlkirin ku biryar ji dervey wê dezgehê bihên dayn, ji ber ku her ji destpêka damezrandina Hevpeymanîya Niştimanî li ser wê yekê rêkevtin, ku biryarên stiratejîk bi razîbûna hemû alîyan bihên dayn, bi taybetî di bareya postê serokê wezîran û postê serokê komarê û serokê encûmena nûneran de.
