‘Barzanî piştgiriya welatên Ewropayê ligel xwe tîne’
Fuad Husên da zanîn ku di civînê de Barzanî ji berpirsên Fransayê re gotiye; ‘’Em nikarin rewşa İraqê baş bikin daku piştre pirsgirêkan ligel Herêma Kurdistanê derxînin. Herwiha em nikarin bi vî rengî ligel İraqê berdewam bin, em dê hewl bidin di çarçoveya destûrê de û demek jî bê danîn bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, eger pirsgirêk jî çareser nebûn, em neçarin li raya gelê Kurd vegerin û biçin referandûmê.’‘
Derheqa daxwiyaniya Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa li beramber Amerîkayê de jî, Husên wiha axifî: ‘’Em pişta xwe nadin Amerîkayê, lê tişta diyar e di hinek helwêst de em ji me cuda difikirin, evna jî normal e û me bi awayekî eşkere helwêsta xwe ji wan re gotiye, herwiha wan jî helwêsta xwe ragehandine.’‘
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên diyar kir ku dê dostayetiya Herêma Kurdistanê û Amerîkayê berdewam be û herwiha ji Radyoya Dengê Amerîkayê Beşa Kurdî re eşkere kir ku Barzanî piştgiriya welatên Ewropayê ligel xwe tîne ku eger Bexda bi awayekî din danûstandinê ligel Kurdan bike wê demê Kurd jî dizanin çi bikin.
Basnews
