• Saturday, 14 February 2026
logo

Ebdullah Gul: Şandina Petrola Herêma Kurdistanê Li Angora destûra Iraqê Ye

Ebdullah Gul: Şandina Petrola Herêma Kurdistanê Li Angora destûra Iraqê Ye
Serokê komara Turkiye Abdullah Gul ragihand, ku şandina petrola herêma Kurdistanê li gor destûra Iraqê ye û ti pirsgirêkan ji Iraqê re çênake.

Abdullah Gul di konferansa Harvard Kennedî de li wîlayeta Boston a Amerîka di bareya şandina petrola herêma Kurdistanê û firoştina wê li bazarên Ewropayê axifî û got, ku şandina petrola herêma Kurdistanê bo bendera Ceyhanê li angora bendên desûtra Iraqê ye.

Gul weha jî got, ku şandina petrolê dê bi evî awayî berdewam bike, ji ber ku ti tiştek li dijî destûra Iraqê tê de tine ye û proses li angorz destûr berdewam dike.

Serokê komara Turkiye di axaftina xwe de ragihand, ku Turkiye dixwaze Iraq ewlekar be û bibe welatê ku çavkaniyên xwe yên siruştî ji xelkê xwe re bi kar bîne.

Roja 22yê gulana 2014an û tevî nerazîbûna Baxdadê, firoştina petrola Kurdistanê li bazarên cîhanê dest pê kir.

Rûdaw
Top