• Saturday, 14 February 2026
logo

Çima Vatîkanê di pêşwaziya Barzanî de ala Kurdistanê danî?

Çima Vatîkanê di pêşwaziya Barzanî de ala Kurdistanê danî?
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistatnê Dr. Fuad Husên, diyar kir ku danîna ala Kurdistanê di hevdîtinên Barzanî yên digel rayedarên Îtaliya û Vatîkanê de “peyamek bo dijberên gelê Kurdistanê” ye. Husên, li ser lidarxistina referandomê jî got, eger Bexda îradeya gelê Kurdistanê qebûl neke dê referandom were kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya Îtaliyayê de piştî Wezîra Derve ya wî welatî bi Papayê Vatîkanê re jî hevdîtin pêk anî. Hat gotin ku di her du civînan de jî ala Kurdistanê li kêleka ala Îtaliya û Vatîkanê hatiye danîn.

Li ser naveroka hevdîtinên Barzanî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fuad Husên, ku bi Barzanî re çûye Ewropayê, ji Romayê beşdarî bûltena nûçeyan a Rûdaw TV bû.

Dr. Fuad Husên, li ser danîna ala Kurdistanê li kêleka alên welatên Ewropa got, danîna ala Kurdistanê peyameke bo hemû aliyan tê wateya qebûlkirina gelê Kurdistanê her wiha peyameke bo dijberên gelê Kurdistanê.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, li ser lidarxistina referandomê jî got, di hevdîtinan de Barzanî ji rayedarên Ewropayê re gotiye, şandeke Herêma Kurdistanê dê here Bexdayê da ku di çarçoveya destûrê de bi hikûmeta Iraqê re bigihîje çareseriyekê lê eger ev yek pêk neyê wê demê gelê Kurdistanê dê referandomê li dar bixe.

Dr. Fuad Husên, diyar kir, lê ya girîng di vir de armanca û mijara pirsa referandomê ye û divê ev baş bên şirovekirin û amadekirin, helbet dema referandom hat kirin jî dê nûnerên saziyên navdewletî bên vexwendin.

Rudaw
Top