Naveroka civîna Barzanî ligel Wezîra Derve ya Îtaliya
Piştî civîna ligel Mesûd Barzanî, Wezîra Derve ya Îtaliya Federica Mogherini ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Civîna me bigiştî serkeftî bû.”
Herwiha Mogherini behsa beşek ji naveroka civîna ligel Serokê Herêma Kurdistanê kir û ragihand: “Me têkiliyên du qolî bigiştî gotûbêjkirin, bi taybetî jî em li ser têkiliyên siyasî û aborî rawestan û ew têkilî di astekî gelek baş de ne.”
Mogherini amaje kir ku niha 400 projeyên weberhênanê yên hikûmeta Îtaliya li Herêma Kurdistanê hene “Lrewma em hewil didin ku wan têkiliyan baştir bikin.”
Herwiha Wezîra Derva ya Îtaliya aşkere kir ku behsa paşeroja Rojihlata Navîn û krîza Sûriyê jî di civîna ligel Barzanî de hat kirin.
Duh pêncşemê, li Romayê, serokê Herêma Kurdistanê ligel encûmena pîran a Îtaliyayê civiya.
ligel Barzanî pêk tê ji serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên, berpirsê têkiliyên derve yên Herêma Kurdistanê Felah Mistefa, nûnera hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtaliyayê, rêveberê giştî yê karûbarê Xristiyanan di wezareta ewqaf û karûbarên olî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de Xalid Cemal.
Herwiha piştî civîna ligel Wezîra Derve ya Îtaliya, Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî serdana Vatîkanê kir û liegl Pap Fransis civiya.
Rudaw
