• Saturday, 14 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî dahata petrola Kurdistanê aşkere dike

Nêçîrvan Barzanî dahata petrola Kurdistanê aşkere dike
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dahata petrola Herêma Kurdistanê a ku li bazarên Ewropayê hatiye firoştin, aşkere dike.

Biryar e roja çarşemê ya bê, Nêçîrvan Barzanî ligel serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û serokê frakisyonên nav parlamentoyê bicive.

Serokê frakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Omêd Xoşnaw ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku civîn “bi mebesta aşkerekirina dahata petrola Herêma Kurdistanê ye ya ku hatiye firoştin”.

Omêd Xoşnaw herwiha got ku “civîna li ser xwesteka serokwezîrê Herêma Kurdistanê ye û ew dixwaze dahata petrolê ji nûnerên xelkê re aşkere bike”.

Tevî ku biryara lidarxsitina civînê derketiye, lê hîn nexuyaye bê civîn wê li avahiya Parlamentoya Kurdistanê yan jî li avahiya Encûmena Wezîran were lidarixstin.

Roja çarşemê ya borî, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Parlamentoya Kurdistanê derbarê krîza aborî û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de daxuyanî da parlamenteran.

Rudaw
Top