• Saturday, 14 February 2026
logo

DAÎŞê nêzîkî 200 sivîlên Kurd li Helebê revandin

DAÎŞê nêzîkî 200 sivîlên Kurd li Helebê revandin
Çekdarên DAÎŞê li bajarokê Qebasîn ê girêdayî parêzgeha Helebê, nêzîkî 200 hemwelatiyên sivîl ên Kurd revandin û heta niha çarenivîsa wan nediyar e.


Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand ku duh pêncşemê, çekdarên DAÎŞê herî kîm 193 hemwelatiyên Kurd li bajarokê Qebasînê li nêzîkî bajarê Babê revandin.


Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku kesên hatine revandin temenê wan di navbera 17 heta 70 salî de ye.


Rewangeha Sûriyê ku navenda wê li Londonê ye û binpêkirinên mafên mirovan li Sûriyê dişopîne, diyar kir ku duh çekdarên DAÎŞê avêtin ser malên hemwelatiyan li Qebasînê û malên wan teftîş kirin.


Rewangeha Sûriyê diyar kir ku di 30ê tebaxa 2013an de kasteke vîdyo gihişte ber destê wê ku tê de derdikeve ku çekdarên DAÎŞê 30 hemwelatiyên Kurd li bajarokê Qebasînê girtibûn û kesekî bi zimanê erebî û bi şêwezarê misrî ji girtiyan re diaxifî.


Li gor rewangeha ku ew vîdyo belav nekiriye, kesê ku diaxife ji girtiyên Kurd dixwaze ku “tewbe bikin û bêjin ew êdî tevlî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), rejîm û grûpên îslamî nabin û alîkariya wan jî nakin”.


Ew çekdarê DAÎŞê herwiha gef li girtiyên Kurd xwariye ku “eger ew tevlî PYDê, rejîm yan jî her aliyekî din ê ku şerê Xweda û Pêxember dikin bibin, ewê wek kesekî ji ola îslamê derketiye bê naskirin”, li gor DAÎŞê jî ew kes dê were îdamkirin.

Rudaw
Top