Çend Hûseynî li Kerkûkê tên avakirin û Sinne nerazî ne
Derbarê mijarê de çavkaniyeke agahdar ji BasNewsê re eşkere kir ku îdareya Kerkûkê biryar li ser vekirina çend Hûseyniyan daye û dixwaze li ser rêya sereke ya Kerkûk-Bexda ava bike.
Heman çavkaniyê diyar kirjî ku di serdana dawî ya Berpirsê Kargêrî yê Polîtburoya YNK’ê Mela Bextiyar bo Kerkûk û civîna wî ligel endamên malbenda YNK’ê yên li wê parêzgehê behsa “vekirina çend Hûseyniyan kiriye.”
Hevdem mamosteyekî olî yê Sinne, ku nexwest navê wî bê aşkere kirin ji BasNewsê re got: “Em ê ligel çend mamosteyên din serdana îdareya Kerkûkê bikin û ligel parêzgarê Kerkûkê bicivin da nerazîbûna xwe li ser vê biryarê bînin ziman.”
Heman mamosteyê Sinne wiha axifî: “Li Kerkûkê pirsgirêka me ya mezhebî û taifî nîne, lê kêşeyên me yên neteweyî hene û avakirina van Hûseyaniyan bo Şîeyan dê ziyanê bighîne berjewendiyên neteweyî.”
Basnews
