Wezîrê bergiriyê yê Sûriyê hat Qamişlo
Li gor nûçeya ajansa SANA ya fermî ya Sûriyê, wezîrê bergiriyê Fehid Casim el-Firêc duh pêcşemê di rêya balafirgeha Qamişlo re hat bajêr û ji aliyê parêzgarê Hesekê, berpirsên leşkerî û ewlekariyê û yên Partiya Baes ve hat pêşwazîkirin.
Di nûçeyê de hatiye gotin ku “el-Firêc serdana hêzên artêşa Sûriyê li Qamişlo kiriye û agehdarî amadebaşiya wan bûye” herwiha bal kişand ser “morala bilind a leşkeran û israra wan li ser bidexistina serkeftinê”.
El-Firêc ku di heman demê de cîgirê fermandarê giştî yên hêzên çekdarî yê Sûriyê ye, di serdana xwe de silavên serokê Sûriyê Beşar Esed gihande hêzên artêşa Sûriyê li Qamişlo.
Her li gor nûçeya SANAyê, wezîrê bergiriyê gotiye ku “xelkê parêzgeha Hesekê bi ruhê yekîtiya niştimanî û biratiya xwe rê li ber wan pêlanan girtine ku dixwazin di navbera xelkê parêzgehê de finte derbikeve holê”.
Wezîrê brgiriyê yê Sûriyê di serdana xwe de peyameke tund ji hêzên opozîsyonê re şand û got ku ewê li her cihekî li Sûriyê şerê “trorîstan” bikin, wek amajeykê ji bo hêzên opozîsyonê ku rejîma Sûriyê wan wek “terorîst” dide naskirin. Fehid Casim el-Firêc herwiha tekîd kir ku “parêzgeha Hesekê beşeke sereke ye ji Komara Erebî ya Sûriyê û ew dest ji santîmetreke wê bernadin”.
Qamişlo wek paytexta Rojavayê Kurdistanê û rêveberiya xweseriya demokratîk a ku ji aliyê PYDê û hevlabendên wê ve hatiye ragihandin, tê naskirin, lê ew heta niha di bin kontrola hêzên rejîma Sûriyê de ye. Li kêleka hêzên rejîmê, hêzên YPGê li taxên Kurdan, hêzên Sotoro li li taxên Xristiyana û çekdarên alîgirên rejîmê yên Mihemed el-Faris li taxê Ereban belav dibin.
Li derdora Qamişlo jî, hêzên artêşê 2 navendên wan ên leşkerî yên mezin hene, navenda yekem li nav balafirgeha Qamişlo ye û ya din li navçeya Terteb li başûrê bajêr e. Li gor zaniyariyên ku berî niha belav bûne, nêzîkî 5 hezar leşker li her du navendan hene.
Rudaw
