• Saturday, 14 February 2026
logo

Serokê Encûmena Pîrên Îtalya pêşwaziya Serokê Herêma Kurdistanê kir

Serokê Encûmena Pîrên Îtalya pêşwaziya Serokê Herêma Kurdistanê kir
Piştî nîvroya duh pênçşem 29/05/2014 li avahiya Encûmena Pîrên(Senatoya) Îtalyayê birêz Pîro Giraso Serokê Encûmena Pîrên Îtalya pêşwaziya rêzdar Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şandekî li gel kir ku ji Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Xalîd Cemal Elbêr Birêveberê Giştî yê Karubarê Mesîhiyan li Wezareta Ewqaf û Karubarê Olî û Rêzan Qadir Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalya pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de Serokê Encûmena Pîrên Îtalya xweşhaliya xwe bi wê hevdîtin û peywendiyên di navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê derbirî. Paşê di barê pêvajoya Kurdistan û Iraq û navçeyê da komek pirsiyaran kir. Her li vê hevdîtinê de balkişand li ser hilbijartina 30ê nîsana derbasbûyî ku li Iraq û Herêma Kurdistanê birêveçû. Her wiha behsa pêkanîna Hikûmeta Iraqê kir.

Paşê Serokê Herêma Kurdistanê behsa hilbijartinan kir û balkişand li ser wê yekê ku li Herêma Kurdistanê lîjneyekî hevbeş bi mebesta pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê ji bo guftûgokirina li gel hêzên siyasiyên Iraqê pêkhatiye.

Li beşekî dinê hevdîtinê de Serokê Herêma Kurdistanê behsa rola kompanyayên Îtalya li Herêma Kurdistanê da kir ku li damezrandina rewşa aboriya Kurdistanê da rola wan hebûye. Her li vê hevdîtinê de Serokê Herêma Kurdistanê behsa paşaroja Iraq û wan senaryoyan kir ku dibe ku rû bidin û tekez li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê hewla xwe dide ji bo gihîştina bi wê encamê ku li gel destûra Iraqê da biguncê û got: Eger ew daxwaziyên hene neyên bi cîh kirin, gelê Kurdistanê bijardeyeke xwe ya din heye.

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Serok û Endamên Lîjneya Peywendiyên Derveya Senatota Îtalya kombû

Her îro birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel heman şandê li gel Serok û Endamên Lîjneya Peywendiyên Derveya Senatoya Îtalya kombû ku ji endamên hizbên cûda cûdayên Îtalya pêkhatibû.

Li kombûnê da Serokê Herêma Kurdistanê di derbarê rewş û pêşhatên Kurdistan û Iraq û navçeyê gotarekî pêşkêş kir. Paşê bersîva wan hemû pirsiyaran jî da, ku ji aliyê beşdarbûyên kombûnê ve di derbarê paşaroja Iraq û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Îtalya û rewşa penaberên Suriye li Herêma Kurdistanê û rewşa Mesîhiyên Herêma Kurdistanê hatibûn pêşkêş kirin. Her wiha behsa wan Mesîhiyan jî kirin ku ji ber xerapiya pêvajoya emnî ve ji navçeyên dinê Iraqê ve hatine Herêma Kurdistanê û behsa siyaseta Herêma Kurdistanê beramber Mesîhiyan kirin û Serokê Herêma Kurdistanê dûpat kir ku ew siyaset peywendî bi wê fer‌henga lêborînî û pêkvejiyanê heye, ku li Kurdistanê de heye.

Ji aliyê xwe ve Serok û Endamên Lîjneya Peywendiyên Derveyê Senatoya Îtalya wê siyaset û helwesta Kurdistanê bilind nirxand û got: Eve nîşana eweye, ku Serokê Herêma Kurdistanê nêrîneke rast di derbarê rewşa Kurdistan û Iraq û navçeyê de heye.
Top