• Saturday, 14 February 2026
logo

Serok Barzanî bi Serokê komîteya peywendiyên derve ya Senatoya Îtaliyayê re civiya.

Serok Barzanî bi Serokê komîteya peywendiyên derve ya Senatoya Îtaliyayê re civiya.

Serokê Kurdistan û heyeta pê re li gel Serok û endamên komîteya peywendiyên derve ya Senatoya Îtaliyayê re civiya.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Îtaliyayê de duh Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî û heyeta pê re li gel Serok û endamên komîteya peywendiyên derve ya Senatoya Îtaliyayê re civiya.

Di civîna han de Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî derbarê rewş û pêşhatin siyasî yên Kurdistan û Îraqê de gotarek pêşkêş kir û pişt re jî besifa pirsên derbarê pêşeroja Îraqê, peywendiyên navbera Kurdistan û Îraqê, û peywendiyên navbera Kurdistan û Îtaliyayê û herwiha rewşa Penaberên Sûriya û Rojavayê Kurdistanê de ji aliyê endamên komîteya peywendiyên derve hatibûn pirsîn da.

Pişt re behsa rewşa wan Mesîhiyan hate kirin ku jiber aloz bûna rewşa xwe ji deverên din yên Îraqê koçber bûne û hatine Kurdistanê û Serok Barzanî got: Ew Mesîhiyên han jiber gefên terorîstan û aloz bûna rewşa ewlekarî hatine Kurdistanê û siyaseta Kurdistan jî ya li hember Mesîhiyan beşeke ji çanda gelê Kurd û bingeha vê siyaseta han çanda bihevre jiyan û lêbûrînê ya gelê Kurde.
Top