• Saturday, 14 February 2026
logo

Di encama çend teqînan li Îraqê de 54 kes bûne qurbanî

Di encama çend teqînan li Îraqê de 54 kes bûne qurbanî

Di encama çend teqînan li deverên cuda yên Îraqê de herî kêm 54 kes bûne qurbanî.

Di vê derbarê de çand çavkaniyên ewlekarî yên Îraqê ragehandin ku îro li çend deverên Îraqê de di encama çend teqînan de herî kêm 54 kes hatine kuştin.

Li gor heman çavkaniyan di encama teqandina tirimbîleke bombekirî li taxê Sedir ya li Rojhilata Bexdayê de 4 kes hatin kuştin û 14 kesên din jî birîndar bûn.

Her heman çavkanî eşkere kir ku li taxê Kazimiye de di encama 11 êrîş û kiriyarên terorîstî de 22 kes hatin kuştin.

Ji aliyeke din ve li Mûsilê de jî tirimbîleke bombekirî hate teqandin û di encam de19 kes hatin kuştin ku 12 ji wan leşkerin û her li bajarê Mûsilê de di encama êrîşeke din de du polîs hatin kuştin.

Ji aliyeke din ve jî çend terorîst êrîşî malên Tirkmanan li Xormatûyê kirine û 11 malên Tirkimanên Şîi teqandin û di encam de 4 kes hatine kuştin.

Weke tê zanîn dohê jî li Bexdayê de di encama çend êrîşên terorîstî de 64 kes hatibûn kuştin û 100 kesên din jî birîndar bibûn.
Top