Taner Yildiz: Kurdistan rojane 120 hezar bermîl petrolê dişîne ji derve re
Wezîrê enerjî yê Tirkiyeyê Taner Yildiz ragehand ku Kurdistan berdewam dibe di prosesa şandina petrola xwe bo derve û ji niha pê de vê Kurdistan rojane 120 hezar bermîl petrolê ji derve re bişîne.
Yildiz herwiha eşkere kir ku zêdetir ji du mehane ku hikûmeta Bexdayê şandina petrola xwe bo derve ragirtiye û buriya şandina petrolê ya Kerkûk- Yumurtalîk du meha rawestiyaye û petrol pê re nayê şandin ev di demekî deye ku ev buriya han dikare rojane 1.5 miliyon bermîl petrol bişîne ji derve re.
