Hikûmeta Kurdistanê şideta li dijî jinan şermezar dike
Haleta herî dawî kuştina Diniyayê ye ku, bi rêya desthilata dadweriyê dê lêpirsîn li ser wê bûyerê bê kirin. Hikûmeta herêma Kurdistanê tekîdê li ser siyaseta xwe dike ku, li hember parastina jinan ji şidetê li Kurdistanê, bisizagehandina tawanbaran bi rêyên qanûnî berdewam dibe û bi tu awayî sedemên tawanê li ber çavan nagire.
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de got:
- Weke pirensîp em, li herêma Kurdistanê, li dijî gişt curên şideta li dijî jinan in. Em li herêma Kurdistan û ez bi şexsê xwe weke serokwezîrê hikûmeta karbirêker we piştrast dikim ku, em vê bûyerê, bûyera kuştina Dinyayê, bi dijwarî şermezar dikin.
Nêçîrvan Barzanî ku îro serdana parlamentoya Kurdistanê kiri bû û piştî civîna bi parlamenteran re, di preskonferensekê de got:
- Bi rastî ev bûyer (kuştina keçeke 15 salî) ji hemû adetên civakî û olî dûr e. Ya ku ez dixwazim bêjim eve ku, hikûmeta herêma Kurdistanê gelek bi cidî wê dosyeyê û dosyeyên din dişopîne û hikûmet cidiye ku, divê tixûbek ji meseleya şideta li dijî jinan li herêma Kurdistanê bê danan. Hikûmet ji bona girtina tawanbaran û dadeghkirina wan dê bi her awayî bixebite.
Weke ku tê zanîn berî du rojan jineke 15 salî li bajarokê Kelekcî ser bi wîlayeta Duhokê ve, mêrê wê ew kuşt û laşê wê jî têkda. Vê bûyerê li başûrê Kurdistanê gelek dengveda.
