Umêd Xoşnaw Ret Dike, Ku Nêçîrvan Barzanî Ji Alîyê Parliyamentê Ve Hatibe Bangkiri
Umêd Xoşnaw di daxuyanîyekî de ragihand, ku hin kenalên ragihandinê weha daye xuyakirin, ku serokê encûmena wezîrên herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo rûniştina evroj a parliyamenta Kurdistanê hatiye bangkirin, lê ew nûçe dure ji rastîyê û Nêçîrvan Barzanî bixwe daxwaza wê rûniştinê ji parliyamentê kiriye.
Weha jî da zanîn, ku dê serokê encûmena wezîran di evê rûniştinê de behsa arîşeya darayî ya herêma Kurdistanê û mûçeyê fermanberan bike.
