Hêmin Hewramî û heyeteke Dîplomatîkî ya Berîtanyayê civiyan
Berpirsê peywendiyên derve yên PDKê bi heyetke Berîtanî re civiya.
Îro li Hewlêrê berpirsê peywendiyên derve yên partiya demokrata Kurdistanê Hêmin Hewramî bi heyeteke Dîplomatîkî ya Berîtanî a bi Serokatiya Marc Braison re civiya.
Di civîna han de ku Cîgirê Konsulusê Berîtanyayê yê li Bexda û Konsulê giştî yên vê welatî yê Hewlêrê jî tê de amade bûn bi awayekî berfire behsa rewşa siyasî ya Îraqê û prosesa hilbijartinên Îraqê û bandora encamên hilbijartinan li ser pêşeroja Îraqê hate kirin.
Di berdewamiya civînê de giftûgo li ser siyaseta partiya demorkata Kurdistanê ya li hember rewşa navbera Kurdistan û Bexdayê û helwesta yekgirtî ya Kurd jî hate kirin.
