• Saturday, 14 February 2026
logo

Komisyon Li Ser Wergirtina Gilînameyan Berdewam e

Komisyon Li Ser Wergirtina Gilînameyan Berdewam e
Cihgirê serokê encûmena komisyaran di komisyona bilinda serbixweya hilbijartinan de ragihand, ku komisyon li ser wergirtina gilînameyan berdewam e û komîteyek ji bo evê mebestê hatiye pêkanîn.

Gati` Zewbe`î ji PNA re ragihand, ku piştî ragihandina encamên hilbijartinên encûmena nûnerên Iraqê, dest bi wergirtina gilînameyên alîyên siyasî hat kirin û roja pêncşembiya bihê dawî roja wergirtina gilînameyan e.


Weha jî da zanîn, ku dê gilîname radestî komîteyeka taybet bi encamên hilbijartinan bihê kirin û heta niha jî ti gilînameyekî mezin nîne û çend gilînameyek hatine pêşkêşkirin.


Top