• Saturday, 14 February 2026
logo

Pit Clausen ê dostê Kurdan dîsan bû şaredarê Bielefeldê

Pit Clausen ê dostê Kurdan dîsan bû şaredarê Bielefeldê
Di hilbijartinên giştî ên parêzgeha Bielefeld a welatê Elmanya de ku 7 hevrik hebûn, dîsan dostê Kurdan bi rêjeyeka baş bû pêşengê hemûyan. Pit Clausen ji Partiya Sosyal Demokrat a Elmanya (SPD) ji sedî 39,89´ê dengan bo partiya xwe misoger kirin û dîsan bo cara duyê bû şaredarê bajarê mezin.

Pit Clausen bi jîr û xemxeriya xwe ya bo biyaniyan tê naskirin, têkeliyên wî bi biyaniyan re di asteke baş de ne, ji wan jî têkeliyeke wî ya baş bi Kurdên rûniştvanên parêzgehê re heye, berdewam seredana navend û komeleyên Kurdan dike, beriya du heftiyan jî seredana Navenda Laliş kiribû.

Ew ji aliyê Navenda Laliş ve hatiye vexwendin da serdana Kurdistanê bike, wî jî bi kêfxweşî vexwandin qebûl kiriye û gotiye ku ew dê biçe welatê Kurdistanê, wê seredana Lalişa Nuranî bike li parêzgeha Duhokê.

Rêzbenda Nemzetan û rêjeya ji sedî:

Pit Clausen, SPD ji sedî 39,89.

Andreas Rüther, CDU ji sedî 27,12.

Johannes Delius, BfB ji sedî 15,98.

Klaus Rees, Bündnis 90/Die Grünen ji sedî 9,40.

Barbara Schmidt, Die Linke ji sedî 5,37.

Jan-Maik Schlifter, FDP ji sedî 1,61.

Robin Fermann, Tevgera Hevwelatiyan jibo Sivîlîstan ji sedî 0,63.

Basnews
Top